Fetoyê Ûso – Li Min

Hey la lê li minê, lê lê lê lê,
Hey la lê li minê, mi go heyfa te mêrî, çawa ketî wê nivînê,
Çawa ketî wê nivînê,
Malî gundî, kula Bavê Beyro siyarê Eydê, bîr nakim heya roja mirinê.
Hey lo lê li minê,
Malîno, mi go Bavê Beyro sîyarê Eydê, li mal derket tek û tenê,
Li mal derket tek û tenê,
Mi nizanibû Bavê Beyro ew ê here,
Qalexana şewitî şer ke bê kuştinê, lê lê lê,
Hey lo lê li minê, malî gundî lo rabin tamaşe kin vê birînê,
Wey lo Xwedê xirab kire tu birînê çawa Bavê Beyro, siyarê Eydê,
Xortê eşîrê girtiye avêtiye vê nivînê, li minê li minê, li minê,
Malîno kula Bavê Beyro siyarê Eydê, bîr nakim heya roja mirinê.
Malîno gava mi zanibûya Bavê Beyro ew ê here Qalexana şewitî şerk e, bê kuştinê,
Minê şûr û mertalê bavê Beyro hilda, serê nexwaza jêkira, li vê xwînê, lê lê lê.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.