Fetoyê Ûso – Lê Koçerê

Lê koçerê, lê koçerê, lê koçerê,
Lê koçerê, dilê mi ma li gunda,
Koçerê, roja me derketiye Girîdaxê, vê biyan e,
Roja me derketiye Girîdaxê, vê biyan e,
De vê sibê xulexula avê belekiyan e,
Serê halê min û te da heliyane.
Serê halê min û te da heliyane,
Koçerê gazî dike wê kuro,
Kulmal eva hala te ne hal e,
Eva hala te ne hal e,
De gele malî wî gundî,
Vê sibê derdê dila koçeram nexweş e, wa ne bihal e,
Koçerê, lê koçerê, lê koçerê,
Lê koçerê, dilê mi ma wa li gunda.
Koçerê roja me derketiye Girîdaxê, kêrî kêrî,
Roja me derketiye Girîdaxê, kêrî kêrî,
De vê sibê koçeram derketiye derê malê, pezê bavê xwe da bêrî,
Pezê bavê xwe da bêriyê,
Derînê de tu were kavilê gunda ramûsanekê mi evdalî kerem ke,
Mala bavê xirab tê vê sibê kê ditirsî, kê newêrî,
Koçerê, lê koçerê, lê koçerê,
Lê koçerê, emrê mi ma wa li gunda.
Koçerê Girîdaxê dinêre wê bi sûs e,
Girîdaxê dinêre wê bi sûs e,
Konê bavê koçeram vegirtiye perê Girîdaxê wê cîkî dûz e,
Perê Girîdaxê cîkî dûz e,
Gele malî gundî rabin tamaşe kin,
Koçeram konê bavê xwe da mîna hîva çardeşevî diçirise,
Koçerê, lê koçerê, lê koçerê,
Lê koçerê, emrê mi ma wa li gunda.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.