Fetoyê Ûso – Heyran

Heyran, heyran, heyran,
Heyran, mi go bihar e xweş bihar e, hey wax li min.
Mi dî bavê Feqîr ser kaniyê hate xwarê, hey wax wax,
Sala par vî çaxî dewran dewrana bavê Feqîr bû,
Sala îsal idî milên girtin, berê wî dan kela Mûşa şewitî, qatê jor e, hey wax,
Wî mi evdalê, te dinyayê xêr nediyo, mi dêranê te dinyayê, maliyo.
Heyra, berfekê li me bariye, çiyayê Mûşa şewitî lo kiriye hêk e, hey wax li min,
Kesek tune orta bavê Feqîr qumandar e lo, werin çêke, hey wax wax wax,
Belkî sala îsal indê bavê feqîr kela Mûşa şewitî lo egle neke, hey wax lo,
Wî mi evdalê te dinyayê xêr nediyo, mi dêranê te dinyayê maliyo lo,
Heyra roja me derketiye li qudretê, heyran heyran,
Şewqê dayê bejn û bala bavê Feqîr, şirikê qayişê goveka vê seetê, hey wax wax wax.
Kulê bikevî mala qasî nemama, sala îsal inê kaxizê bavê Feqîr çêkirine,
Wî nemamî kirine gunekarê vê dewletê hey wax.
Wî mi evdalê te dinyayê xêr nediyo, mi dêranê te dinyayê, maliyo lo.
Heyra, berfekê li me bariye, çiyayê Mûşa şewitî, lo hebê cota, hey wax li min,
De xwezila mizgînîke xêrê lo de bihata, hey wax wax wax,
Bigotana bavê Feqîr xêrê şayê kela Mûşa şewitî, hate berdan,
Wî mi evdalê te dinyayê xêr nediyo, mi dêranê te dinyayê, maliyo oy.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.