Ferît Ûzûn – Pêşmerge

Tenê bû, rabû ser pîya
Hêla rastê çîya, çepê çîya
Rakir alarengîn qirya
Dengveda dengveda dengveda
Dest û zozan û çîya nalîya nalîya
Gihîþt gelîya
Gundî, karker, pale û zana
Rabûn giryan,runiþtin giryan
Bankirin keç û bav û dîyan
Civîyan ser hev,dest dan destên hev
Pişt dan piştên hev
Qîrîn û hawar dan hev
Hemî bûn yek dev
Qor bi qor, rêz bi rêz
Çûûûûn çûn li dor pêşmerge yek bûn
Bijîn bijîn her bijîn hûn pêþmerge
Deh, sed, hezar, sedhezar
Zar û zêç, keç, qutabi,dersdar
Li hember gihîştin faşîstên har
Tev bûne wek dîwar
Metirsin metirsin êdi şer nabe sar
Ji Xanekîn heta Şeqlawa
Herin, herin cî bi cî
Welatê Kurda
Ketîye bin destên pêşmerge nevîyên Kawa
Wê rojê lêdan bavê pêşmerge Kawa
Berê newroz bi tenê bû
Lê îro pêşmerge her gav,her dem
Ava dike cejna kurdan
Pîroz be,pîroz be li te Kurdistan ey Pêşmerge
Çi bêjim hindike ji tera
Deşt, zozan, çîya hemû ji te ra bûye derge
Bijîn, her bijîn hûn Pêşmerge.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.