Ferhad Merde – Namûsa Xwe Li Te Helal Dikin

kêlîn bi ser me da tên em tenê xwe ji azadiyêra hiltînin, kêlîn bi ser me da tên evîneke xwe ji mirada xwe dûr, kêlîna jê cejnek girî, kêlîna jê buhareke xeyidî,kêlîn bi ser me da tên em li mirinekê bê kefen digerin, hemî kêliyên me dêşin, û çavên me rondikên xwe hiltînin ta ku dîsa li ser bankên diyan bibarîne, de bibarîne ey çavên ku tu di nava van rondika da fetisî maye, bibarîne li ser bê deng bûna vî zemanî, sitran bê dengin, nîvsok bê dengin, ziman bê dengin, wicdan bê dengin, tenê dengê qêrîna dayikên me tên û dengê şîq şîqa şûra li ser sikurên bê guneh, li Til Haslê li Til Eranê li Girê Sipî, kêliyên me li wir dicivin, dema lîstokên zarokên me di qesabxana celladan da bicemide, bala xwe bide va însanên ku yasayên xewda ber û avêtî bikin li ser sifriya şerjêkirinê û çîrokên ku têda azadî wisa difetisînin bi navê cîhadê, birçîbûn tazî bûn koçberî windabûn û Enfal, li vir û li wir û guhên me bi dengê sitranên mirinê rû bi rûne, ka ew çavên ku îro bibîne, ka ew wicdanê ku dîwarê bê dengiyê bişkîne, li hember vê dîroka ku xwe dûbare dike, rojava digrî û sawa şevên tarî bûye daweta kunda, çima na??, alîk mirov mirovan dixwin dibin hov, alîk jî çêlîkên Enkîd û Herbatkos di hêlîna teslîmyetê da qelew dibin, dibin xayin dibin pispora derba li piştê, hetanî tu jî birayê min bi qedera min dilîzî, li vê sosretê binerin, we caran dîtiye bira keysa xwe di birayê xwe da bibîne, we caran dîtiye mirovekî ku bindest be û azadî ne xwestibe, we caran dîtiye yek ji bilbilan bireve û kundan di qefesa xwe da kedî bike, we caran dîtiye mirov doza welatekî bike ne jê bireve, tew gemara dijminan bi zarokên xwe şêrîn bike, we caran dîtiye yek rûmeta xwe bifroşe û biçe li bê rûmetiyê bigere, hetanî tu jî birayê min, di raman te da serê çend Şêx Seîda tê bibe ber Sêdarê Qaso!!
û serê çend Zelîte û Elî Şêran di bazara xiyaneta xwe da tê bifroşî Reyber, dûr be gulên ku di hewşa te da bibişkivin ji bilî xiyanetê ti bînê nadin, lo bihna xiyanetê tê, ev der Kurdistane, warê ku xiyanet lê bê nalet kirin, namûsa te li xwe helal dikin û tu dengê xwe nakî, serî ji gewda tê hiltên û tu dengê xwe nakî, nasnama te di nava qîrên xwe da perçe dikin û tu dengê xwe nakî, rengê te di nava reşbûna xwe da reş dikin û tu dengê xwe nakî, lo hewara Efrînê, birîna Kobanî, kula Cezîrê, do bû ala te li pêş çavê te li bin pê kirin û tu dengê xwe nakî û di otêlên pênc stêrk tu bazaran li ser xwîna min dikî, (siktir be wilan) te asta xiyanetê jî derbas kir, ku ez bizanibin sed welat bi destê te bê ava kirin ezê jê dûr bim, welatê ku xwedî şehîd bin, ciyê xiyanetê tê da nîne, zûda me navê te di ferhenga biratiyê da avêtiye, ji wê roja ku dayika min wî şîrê xwe li te heram kiriye, tu caran wê rojava bi gemara xiyaneta te wê çavê xwe kil neki, bûk dizani wê bibe aşiqê çi zavayî û gul dizane wê di çi buharê da bibişkivi û roj dizane çawa di rojava da wê hilê, tu bêjî û nebêjî azadî tê, bi mizgîniya banga şehîd û kêliyên bi êş wê nemînin

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.