Erol Berxwedan – Mîro

Hespê mîrê min qir û hêşîn
Teres dilîze li ser lingê paşîn

Birînê mîrê min pir giran e
De dilê min jî ji wî re diêşê

De mîro mîro mîrê mîran
Karê te çûne Sêwasê li nav mihaciran

De rabe rabe mîro rabe
Xewa sibê pir xerab e
Xewa sibê pir giran e

Hespê mîrê min hespekî boz e
De rê ve nere rê bi toz e

Birînê mîrê min pir xedar e
Ez jî ji wî re kûr dinalim

De mîro mîro mîrê mîran
Karê te çûne Sêwasê li nav mihaciran

De rabe rabe mîro rabe
Xewa sibê pir xerab e
Xewa sibê pir giran e.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.