Erdewan Zaxoyî – Kula Dilê Min Welat

Kula dilê min welat
Kesera dilê min welat
Tavê avêt rojhilat
Wexta şixul û xebat

Welat gelek şêrîn e
Milet welat dihebîne
Axa zîv û zêrîn e
Xebatê tim pêş da tîne

Welat deşt û zozan e
Miletê nav da bira ne
Qesir û qunax lê dane
Ji boy emirê insan e

Welatê me zaf xweş e
Şixul ser rê ye dimeşe
Kêf kêfa min û Keleş e
Dilê insan tim geş e
Kêf kêfa min û Keleş e

Gotin: Dîkran Melîkyan
Muzîk: Aram Dîkran

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.