Tu yê biçî,
Zanim, min jî bi xwe re nabî
Tu yê biçî,
Zanim, tu jî ne bi dilê xwe yî
De bira çavên min bi te re werin
Ez ê bizanibim ku
Tu li ku yî, çi dikî
Çend salî yî an jî pîr bûyî
An jî ji min re bêje
Berfa çile dibare li ser wî canî?
Û tu neçûba û minê bikariba bigota
“Tu ronahiya çavên min,
Tu ronahiya şikeftekî tarî û bêbinî li welatekî dûr.”
Û tu neçûba û minê bikariba bigota
“Erê, her tiştê te me ez.
Erê, her tiştê te bûn e min ji nû ve şîn dike.”
Bi gazin im, qêrîn ji min diçe
Xwezî mirin li dinyayê du car ba!
Gotin û Muzîk: Ercan Bîngol