Bira dilê min ji dil ba
Balîfa min kevir ba
Nivîna min erdê şil ba
Lihêfa min bayê kor ba
Bira tûrê parsê li mil ba
Parsa min ne li vir ba
Li sînorê Ecem û gawir ba
Bira dilê min ji dil ba…
Bira dilê min ji dil ba…
Gotin : Gelêrî
Muzîk : Ercan Bîngol
Berhevkar: Ercan Bîngol
Çavkanî : İsmail Ülker