Elîyê Ozmîn – Heylo Sîyaro

Hey lo siyaro, hey lo siyaro,
Xelkê loy hespê xwe bezandin,
Xelkê gayên xwe çêrandin,
Wê bergîrê xwe westandin,
Wey la korê lay nemayê,
Afadê mala bavê min ê mêr î mêrxas,
Îro mêr dikuştin, hê ji talana vegerandin,
Hey lo siyaro, hey lo siyaro.
Hey lo siyaro, ji Xokê heyanî Xokê,
Siyarê mala bavê minê siyar bûne,
Dajon şev û rokê,
Hekîmo, te malî xera be,
Destekî wiya kêr e yek dûzan e,
Îro diqelêşin, gulî weka mawzerê,
Derdixin ji hestiyê çokê.

Parve Bike

Bersivekê binivîse

Epeyama we nayê weşandin.

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.