Elîxanê Ûsiv – Adar e (Newroz)

Gava em dertên deştê
Bîna gulên sor xweş tê
Yê biçûk yê xort in
Tev diçin cotbicot in

Adar e ax adar e
Adar e xweş Adar e
Newroz û xweş bihar e
Adar e û rengîn e
Ew dem û cenga şîn e
Zivistan wekî dûje
Adar e û Newroz e
Dijmina derdaye
Ser sala me Kurda ye

Tev berê xwe dan çolê
Ji boy gok û holê
Meha me yî Adarê
Ax cejina Kurdistanê

(Dîsgotin)

Hemî bi xemil û xêz in
Li pey hev gişk birêz in
Çengê me tazî ne
Bihara dema jîn e

(Dîsgotin)

Gotin: Gelêrî
*Ji Radyoya Êrîvanê

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.