Qoçgirî bo şer dest hilda
Deng li şerq û xerbê veda
Du artêş leşker hatibûn
Têrê nekir ber xwe neda.
Erê dilo, yeman, yeman,
Çiyan girt û berf û dûman,
Me ra bişîn Şahê Merdan
Ew dermanê hemû derdan
Eşîretên Ovacixê
Welêt girtin hemû cihê
Par ra hewar negihiştê
Xozatê destek nedayê
Erê dilo, yeman, yeman,
Çiyan girt û berf û dûman,
Me ra bişîn Şahê Merdan
Ew dermanê hemû derdan
Artêşên Kurdistana zer
Nehiştin barbar biçne ser
Ji bona welat dimirin
Naxwazin Moxolên şerker
Erê dilo, yeman, yeman,
Çiyan girt û berf û dûman,
Me ra bişîn Şahê Merdan
Ew dermanê hemû derdan
Sondê dixwerin bi sêva
Bi Zulfîqarê Murteza
Par re têlan xef dişînin
“Em tu car nabin eşqiya.”
Elîşêr Qoçgirî