Egîdê Têcir – Sîyabend û Xecê

Xecê go Siyabend wez ê Sîpanê Xelatê dinêrim, way li min,
Lo darê deriyê de hêşîn dike fena ya mêrg û zevî.
Siyabend qurban, ber destê te Xwedê at qerar be, kesekî hêsîr nebe dû meşa nêrî
Xecê go Siyabend wez ê Sîpanê Xelatê dinêrim, hay li min, lo dûman mij e,
Tîrkevanê Siyabendê Silîvî lo gujeguj e,
Siyabend mi nego gakûvî berde bira here ji xwe ra,
Gakuviyo te yê çewa Siyabendê mi ser davêje.
Siyabend go Xeca mi megrî, wî wî delalam megrî,
Bejinzirav, çavên belek mebarîne,
Dinya ye, xayîn e kesî ra nedûmiyaye te Siyabendê Silîvî ra qet namîne.
Xecê go Siyabend, wez ê Sîpanê Xelatê dinêrim, hay li min, lo serê çiyê ye,
De bira xera bibûya mala xweyê lo gakuviyê,
Çawa serê Sîpanê Xelatê ji hev qetandiye, destê bûkê û zavê ye,
De were menal Siyabend menal, Siyabendê Silîvî ra tune balgî û berpal,
Weyla mi de dêranê Xwedê Xeca zeriyê ra tune cî û star.
Siyabend mi go Xeca min meke, way li min delalam meke,
De tu çavêt belek xerab meke,
Dost û dijminê mi gelek e, dijminê xelqê koçerê li serê çiya ye,
Dijminê min evdalê Xwedê gakuvî ye, wele qoce felek e.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.