Dîno – Şev

Şev j’tariya xwe tirsiya
Gul b’kelemên xwe tirsiyan
Ez b’evîna te tirsiyam yar
Şev mane bi serên xwe
Gul bi tenê serê xwe
Ez mame b’hesreta te yar

Paramin jana jînê
Jiyanam’ ket kemînê
Dîl bûm b’destê evînê yar
Ez agir tu dûxan î
Ez kevan tu jî tîr î
Biçî jî tuyê vegerî yar

Xwîn li dil de keliya
Evîn dil de heliya
Çav mane li pey siya yar
Vegere min nehêle
Dibînî dil bê hale
Wek xençera li ser dilê yar

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.