Dilo Doxan – Çavê Te Reş in

çavê te reşin lê gidiyê reşekî tarî
bejna te zirave dirêje ji bejna çinarê
te ez helandim şêrînê
te ez helandim hevalê
were kubarê

çiqas geriyam li dinyayê min nedî ji husna te
çiqas geriyam li nav gula min nedî ji rengê te
te ez helandim şêrînê
te ez helandim hevalê
were kubarê

seyran xweşe li ber çeman li nav gul û baxan
dunya xweşe ku xem nebe ji ber êş û jana
te ez helandim şêrînê
te ez helandim hevalê
were kubarê

meyzeke li rengê biharê çendî ciwane
navê te xweşe kubarê çendî girane
te ez helandim şêrînê
te ez helandim hevalê
were kubarê

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.