Diljen Ronî – Tê Bîra Te?

Tê bîra te?
Ku dengê me li hev diket
Di wan demên bêdeng de dest cemidî,
dil sar bû
Şeveke ji payîzê bû, tê bîra te?
Her der zer û şil bû, tê bîra te?

Tê bîra min!
Çûyîna te çiqas bêwext bû
Evîneke hilweşiyayî te hêliştîbû li pey xwe
Şevek ji payîzê bû, tê bîra min!
Herder zer û şil bû, tê bîra min!

Ka îşev tu li kû yî ? Ez bi tenê me.
Li ber baraneke betilî û hûr ez westiyayî me
Dilê min li te digere, çav li derî
Destê min vala ye, bi jan herdem tijî

Lê tu li kû yî jana min?
Lê tu li kû yî hêviya min?
Lê tu li kû yî evîna min?

Gotin û Muzîk: Diljen Ronî

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.