Diljen Ronî – Gulîzar

Were were Gulîzarê
Sifet wek heyva biharê
Rû wek kulîlka hinarê
Were ji min re tu xweş yarê

Gulîzara min tu delal î
Tu delal î tu xweş heval î
Binêr li min û vî halî
Hêstir ji çavên min tên xwarê

Gulîzaram tu xweş xatûn
Aşiq bûn wek Leyla û Mecnûn
Hela were dîlber li min rûn
Ji sibê heta êvarê

Parve Bike

Bersivekê binivîse

Epeyama we nayê weşandin.

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.