Dîlbera Wekil – Xwesî

Wî cimaetno, bextê we me,
Rê bidine min, ez gune me,
Eva serê sê salan e,
Destê xesiya xerab da me.
Wî cimaetno serwext dikim,
Serwext nabe,
Bê serwextî, gura har e.
Eva serê sê salan e,
Destê xesiya xerab da me.
Wî cimaetno, çiyayê hanê,
Hûn binêrin, mij dûman e,
Çiyayê hanê, mij dûman e,
Xesiya mine, bê îman e.
Wî cimaetno bextê we me,
Rê bidine min ez derbas bim,
Rê bidine min ez derbas bim,
Destê xwesiya xwe xelas bim.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.