Dengê Zerdeşt
Tu bûyî dengê Zerdeşt
Kawayê Medyayê
Tu bûyî resmê Manî
Baxçê ronahiyê
Tu bûyî dengê Îsa
Çarmixa romayê
Dengê Hesen û Hisên
Di nav Kerbelayê
Tu bûyî deng û rengê
Jiyan û azadiyê
Gel orkestra te bû
Serhildan awaz e
Dîlan rengê te bû
Bihar û Newroz e
Mazlûm dengê te bû
Egîd rist û saz e
Zîlan çelengtir bû
Ji sed Monalîza
Tu bûyî deng û rengê
Jiyan û azadiyê
Gotin û Muzîk: Ehmed Ekaş
hevalên hêja ev helbesta tu bû dengê Zerdeşt ya mine.
navê min ehmed Ekaş e.
min sererast kir xalê min. serçavan.
Tu bû dengê zerdeşt û kawayê medya yê
rastiya stiranê bi vê rengiye tev silav û rêzên min:
tu resmê Manî û baxçî ronahiyê
tu bû dengê Îsa li çarmixa Roma yê
dengê Hesen û Hisên li nav Kerbelayê
tu bû deng û rengê jiyan û azadiyê
gel orkêstra te bû serhildan awaze
Dîlan rengê te bû bihar û Newroz e
Melûm dengê te bû Egîd rist û saze
Zîlan çelengtir ji sed Monalîze
tu bû deng û rengê jiyan û azadiyê
Ez Ehmed Ekaş im:
bibore delalo destê te xweş be lê min behs nekir ev stran gotin û helbet ya mine.
şehîd Serhed dema ku min ev stran çêkir, şehîd ketibû, bes ji ber ku min dabû koma şehîd Serhed loma herkesî got ev ya Ş.Serhed e
silav û rêz
gotin û awaz Ehmed Ekaş
stran koma Ş.Serhed
Mezlûm Rojhilat