Delîl Dîlanar – Serayê

Serayêêêê!

Lê lê muhibê! Bila li me nehata sira sibê,
Bîna bayê gulann…
Ez ji te re sond bixwim bi ser me de guregur eee…

Xizêma pozê Seraya Mamed Axa zîvê zelal e,
Bi zêr kil dane.
Tu bala xwe bidê –vê sivingê-
Bayê kurr û bayê şerq û bayê xerb û bayê çep û rast,
Bayê Bolukbaşiyê lê dixe,
Di poz de dere-tê, vedigere wa dizivire…

Gelî gundî û cînarno! Gilî, gazin û loman ji min nekin;
Bila yeka fenanî Seraya Mamed Axa dosta meriv be,
Li civatê mezin…
Hespa meriv beza be, şûrê meriv birra be,
Tu dêhna xwe bidê vê sivingê malxirabo!
Kum û kolozê meriv bi ser çatê biriyan de mê û xwar be,
Tu dêhna xwe bidê vê sivingê
Dosta meriv sertacî hemû dostan be.

Yeka fenanî Seraya Mamed Axa dosta meriv be,
Li civatê meriv rûnê,
vê sivingê di nav civatên mîr û hakiman de,
Her kes meth û senayê dosta xwe bide,
Meriv ji xwe re methê Seraya Mamed Axa bide,
Di nav heval û hogiran de qanatê meriv vebe,
Ji xwe re pê bifire.
Serayêêê, Serayêêê…

Welle rabe qolê zêran bikute -vê sivingê-,
Pêşiya navikan keve li vê kofiyê,
Malxirabê cotê elbê toqatî avêtiye,
Zendê zer badayî,
Ji kêfê re dimeşiya ser kaniyê.
Ez evdalê Xwedê ji eşqa dilê rezîl re rabûme,
Min ê qasekî xwe berdabû pêşiyê.

Min ê destê xwe dabû destan,
Devê xwe kirî xal û xetê,
Gerdena zer, dev û lêvê şekirî,
Yanaxê ehmedî, şê û şêbiskê di şê.
Gelo de xanimê, de xatûnê, de zeriyê,
Tu dêhna xwe bidê gelo ji gavê din de…

Kê dîtiye kê bînaye…
Yeka fenanî Seraya Mamed Axa dosta meriv be,
Bi ser derd û kulan re bi destan bigrî bibî ser hêviyê…

Serayêêêê, Serayêêêê…

Lê lê muhibê! Bila li me nehata sira sibê,
Bîna bayê gulann…
Ca tu bala xwe bidê,
Payîza welatê me Serhedê hatî,
Gelo –vê sivingê- daran pelên xwe diweşin,
Bi daran ve nema pelê çilo…

Ez ê tu nifiran li bejna –vê sivingê- Seraya Mamed Axa nakim,
Gelî gundî û cînarno –vê sivingê-,
Hêvî û gumanê min heye ji Xaliqê Alemê,
Rebbê jorîn, padişahê pirr adil;
Çi êş û êşûka bedena Seraya Mamed Axa heye,
–vê sivingê-, hêvî û gumanê min heye ji Rebbê jorîn,
Belkî –vê sivingê-,here bedena sêwî Sulo..

Ax Serayêêêê!

Tu rabe –vê sivingê- bejna zirav bide şitavê,
Qolê zêran bikute ber kofiyê.
Cotê elbê toqatî avêtiye,
Zendê zer badayî,
Ji kêfê re dimeşiya ser kaniyê.
Ez evdalê Xwedê rabûm ji kedera dilê rezîl re,
Min ê vê sibengê ji eşqa dilê rezîl re,
Di nav der û cînar û gundî û maliyan de,
Xwe avêt pêşiyê.

Min ê bala xwe berdayê vê –vê sivingê- malxirabo,
Gelo ramûsanê keremkirî,
Ji dev û lêvê şekirî, yanaxê ehmedî,
Terzê di hakimî, şemlê bi erebî,
Xal û xetê di gerdenê, xebxebkê ber guharan.
Dev û lêvê şekirî, malxirabê gerdena te zeriyê..

Tu bala xwe bidê –vê sivingê-
Kê dîtiye kê bînaye;
Yeka fenanî Seraya Mamed Axa dosta meriv be,
Di dêrisê gundan de, meriv–vê sivingê- malxirabo,
Bi destan bigre çend rojekan, bibe ser hêviyê…

Serayêêêê!

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.