Dawitê Xilo – Eman Eman Seyrê

Ax eman, eman, eman, eman bavê Seyrê,
Ax bavê Seyrê, yadê rebenê, mi go çima lo tu deng nakî,
Deşta Bişêrîka, yadê rebenê, li min û bejna zirav çavê reş û belek, ax lo, deman nakî.
Ax eman, eman, eman, eman mi go hanî manî,
Lo sibê zer e, delala dilê min î, wa tu borî siwarê hespê bozê, lo di qemer e,
Ax, eman, eman, eman, eman kumandanê te me.
Ax eman, eman, eman, eman mi go lawikê min şivan e, lo li ber pezî,
Pez berdaye li mêrgan û çîman, dayê rebenê, lo dora rezî,
Ax, eman, eman, eman, eman melulê teme.
Ax eman, eman, eman, eman mi go eba reş e, lo şal medanî,
De gundê Kufra lo qure danî,
De mi go kaxizê lawikê min spî bû lo reş deranî.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.