Danûk – Çoxê Mino

Çûxê mino ji hiriya berana
wey malê mino ji hiriya berana
Dab û ristin bi destêt nezana
wey malê mino bi destê nezana
Çûxik tenge nagirit milane
wey malê mino nagirit milane

Çûxê mino ji kejiya bizina
Wey malê mino ji kejiya bizina
Dab û ristin bi destê mezina
Wey malê mino bi destê mezina
Çûxik tenge nagirit ji bazina

Çûxê mino ji mûyê karika
Wey malê mino ji mûyê karika
Dab û ristin bi destê keçika
Wey malê mino bi destê keçika
Çûxik tenge nagirit zendika
Wey malê mino nagirit zendika

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.