Comerd – Ez Şehîd im

Ez Şehîdim pakrewan im
Hêsrê çavê dayika me
Ez giyana jiyanê me
Ez fedayê niştiman im

Min can hebû min feda kir
Ala sor bi xwînê rakir
Min jibîr kir hemî dinya
Tene ji bo te min kar kir

Dil bû kanî xwîn herikî
Bi min tava reş ferikî
Bûm mumiya serxwebunê
Birînên min derman dikî

Helbest: Hekîm Sefkan

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.