Pêşmergên me wa hatin
ji çiyayên kurdistanê
Rext li ser milên wan
ser bilind û azan e
Cihê bav û kalên wan
bi xwîna wan bûye sor
Xwina wan giran biha
belaş narijînin ew niha
Servanên can fîdan e
şêrê welatê xwe ne
Nayê bîra wan mirin
ala rengîn bi dest wan e
Qîz û xort bi hev re
ji bo welat dikin şer
Bimre, bişkê koledar,
bijî kurd û kurdistan.