Ciwan Haco – Serbûriyek

Dîlbera min rûnişt
Dîlbera min rabû
Wek hinek tişt
Jê ve xuya bû
Wê pirsekê hişt
Bi çav û birû
Axê vemalişt
Û çû min da dû
Nêzîkî tenişt bûm
Û min got
Êdî bese te kuşt
Vî dilê zaro
Got deng meke hiş
Bilezîne zû

Ez û yara şeng
Çûn ber çemekî
Rawestan li teng
Hêşîn kemekî
Tê de rengareng
Gulên bêhnekî
Hebûn got qeşeng
Ew yara bengî
Bê hîs û bê deng
Divê mêze bikî
Vî marê li ceng
Marêkorekî
Ji kemê bi ceng
Min divê berzekî

Ev bergeha ha
Wargehê mine
Tevî min ji te re
Bexş û mizgîne
Marî ji kema
Hanê derîne
Bikuje bila
Êdî nemîne
Wê gavê ev sînga
Sor û sipî ne
Ji cotikên memika
Ji xwe re hilîne
Bide ber geza
Xwe pê vejîne
Heka ne wabe
Şerme zilamî
Ji pey min vebe
Îdî bi temamî
Evîn ne ewe
Ku dikî beyanî
Ma bi çav û deve
Bengî û ramî
Min jî dil da te
Li ser vî meqamî
Dil pertî me
Tu bû min qamî
Lê çi bikim nezan
Xeşîm û xamî
Dilo rebeno
Rebeno dilo
Bi jan û kovan
Bi xem û kulo
Me got carekê
Biçêjin wilo
Ji êvîn xweş
Evînê çilo
Anî serê mê
Jînê li me şêlo
Kir bi xetere
Dilo rebeno
Rebeno dilo
Neşît û nezan
Bi derd û kulo

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.