Bi dengê xewnê te şiyar dikim
Bi lêvên tirsê te maç dikim
Bi singa agir te himbêz dikim
Qamişlo dîlbera min
Di mirina evinê de em evîndar in
Xewnê min û te bi weris ve bi dar in
Kevoka spi li dor te mar in
Ez û te kevokên bi der meşext man e
Şev li me tari ye û derya talan e
Qeyka me şikestiye û qerax winda ne
Ka destê xwe bide min
Da hêvi pêl bide
Roj li ser geya
Disa rewşen bide
Ka destê xwe da kehnî din bibe
Qamişlo dîlbera min
Gotin: Osman hemo
Muzik: Hawal Haco