Ciwan Haco – Pêşmerge

Pêşmerge‬ ne Pêşmerge ne
Ew hebûn û mana me ne
Pêşmerge ne Pêşmerge ne
Parêzerên axa me ne
Pêşmerge ne Pêşmerge ne
Çirayên nîvşeva me ne

Ev e bav û ev e bira
Li gel dost û biradera
Diparêzin wan çepera
Ew jî hemî Pêşmerge ne

Nexşe û sînor girtine
Sipas bo hawar hatine

Pêşmerge ne Pêşmerge ne
Ew hêbûn û mana me ne
Parêzerên axa me ne
Çirayên nîvşeva me ne

‪‎Şehîd‬ xwîna te ya germe qehremaniye te ya li ser me
Armanca te her ew e
Yan Kurdistan‬ yan neman
Gelek welat pişta me ne
Al û dewlet heqê me ne

Pêşmerge ne Pêşmerge ne
Ew hêbûn û mana me ne
Parêzerên axa me ne
Çirayên nîvşeva me ne

Ji bona xatirê Ehmedê Xanê
Ji bona xatirê Seyid Riza
Ji bona xatirê Qadî Mihemed
Ji bona xatirê nemir Berzanî

Ji bona xatirê şehîdên Kurdistan
Kurdino bibin yek, Kurdistan bikin dewlet

Eger nebin Dewlet
Em ê Kole bimînin heta roja qiyamet

Çavkanî: Kurdish Songs Lyrics

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.