Nisebîna rengîn
Bû hewar û qerîn
Min got: bira ji bo çi?
Ev nalîn û girîn
Got anîn şehîdê serfiraz û xemgîn
Di dil de maye ev kul û ev birîn
(Dîsgotin)
Hat êvar darê
Hat cejna buharê
Ji bo azadiyê
Me kir kar û barê
Bezîm ez bi lez
Wek dîn û serxweş
Min go hey dinyayê
Bextê me çi reş e
(Dîsgotin)
Min nêrî min çi dît
Tev polîs û mît
Li alîkî kujtin
Li alîkî girtin
(Dîsgotin)
Helbest: Dîlber Haco