aa


Close
Ciwan Haco – Kurd in serbilind in


Kurd in serbilind in naxwazin bindestî
Em azadîxwaz in, divên tim serbestî
Êdî em hestan, nîne rawestan
Xencer bi destan bigrin Kurdistan

Kurdistana me ye li bin destê dijmin
Bi riz û rêzanî divê ku em derxin
Êriş êriş ey gelê Kurdan
Divê em bigrin bi zor Kurdistan

Gelek xweş û rind e pak û serbilind e
Tev bajar û gund e gelek dewlemend e
Dijmin pê da ser divên derxin der
Bigrin em tola Kurd û Kurdistan

Kurd şêr e li dijmin zencîr li mil pêçan
Gernas û mêrxas e lê teng bûye meydan
Zencîra bişkên derkevin meydan
Bigrin em tola Kurd û Kurdistan
Helbest : Cegerxwîn
Muzîk : Ciwan Haco

Loading...
Related Video
No comment yet. Let you write first comment.

Leave a Reply

Thank you for using IGIT Tweet Button, a plugin by PHP Freelancer