Ciwan Haco – Hest

Ez pîr û kal bûm, ji van derdan
Ahîn û keser, min ji nav dil dan
Derdê dilê min, gelek girane
Jê re dibêjim, ev çi êş û jan e

Hawîr dora me, bûye ferman e
Xort û keçên me, li serê çiyane

Lo lo hevalno, we sozek da min
Serê xwe hildin,werin li ba min
Derdê dilê min, gelek giran e
Jê re dibêjim, ev çi êş û jan e

Dibêjin em biran e, ferqa me li hev nîne
Ez jî dipirsim,çawa dibe ku em bira bin û ez bê nav bim… bê zar bim
Dibêjin chima çekhilanîn, çima hêsir, ma qubleta me ne yek e?
Lê şêxên  me, zarokên pêxember.
û pîrên me mirîdên Laleşa nûranî bidarvedikin
Dibêjin ev hezar sal e em hevwelatiyên hev in
xwîna me li van tixûban têkilî hev bûye û rijiyaye
Em jî dibêjin lê ev heştê sal e tenê xwîna me dirije
Lê dîsa jî em li pey gotina hozanê xwe ne, Cigerxwîn ê dil bi hesret
Em hîn dibêjin “biratî” biratiya rasteqîni lê tu qebûl nakî
Em dibêjin “wekhevî”  lê tu qebûl nakî
Em hîn dibêjin “hevaltî” lê dîsa tu qebûl nakî
Ez heyîrîm, nizanim çî dî bêjim, çî dî bikim
We tu rê li pêşiya min nehişt xeynî hilkişînê
hilkişîna zinar û çiyayê bilind
Warê Egîdan… Welatê ku roja azadiyê lê hatiye der

Gotin: Dîlber Haco
Peywen dawî: Goran Haco

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.