Ciwan Haco – Gund û Bajarên Çadirî

Bera xeynî min bistrên
Bo aşitiyê bo dostaniyê
Bera xeynî min bistrên
Bo biratiyê û bo piştgiriyê

Bera xeynî min bistrên
û kund dike waqe waq
Di nava kavilên gundê min de
û dexl û rez digrin
Ji bêrikifinê
Ji ber dengê stranên palan êdi nayê?

Bera xeynî min bistrên
Bo aşitiyê bo dostaniyê
Bera xeynî min bistrên
Bo biratiyê û bo piştgiriyê

û li wê
Li pist diwarên
Ji têla dirêhî
Di nava tariyê de
Di nava seqema zagros de
Li kurên bê û mêdiyê
Gund û bajarên çadirî
Bê hejmar sîng kutane

Bera xeynî min bistrên
Bo aşitiyê bo dostaniyê
Bera xeynî min bistrên
Bo biratiyê û bo piştgiriyê

û xwisk û birayên min
Dost û pismamên min
Şîrmijên bi jiyanê ça nebûyi
Daykê dilşikeşti
Bûkên nazdar
Di mistewteneyên xemgîniyê.
tayê û esa zirav
Rojê hezar carî dimrin

Bera xeynî min bistrên
Bo aşitiyê bo dostaniyê
Bera xeynî min bistrên
Bo biratiyê û bo piştgiriyê

û hemwelatiyên minî
Ku bi nanê rûmetê
û azam
Mezin bûne
Mane li benda
Comerdiya ?demokratên? rojavayê
Bazirganên jehrê
Mane li benda
Comerdiya xanimên ewropa
û pişta dayka min bûye xerîte
Şûna qamçiyên
Nevhî çirçirkên contirkan

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.