Ciwan Haco – Dilo Rebeno

Ez û yara seng
Çûn ber çemekî
Rawestan li teng
Hêşîn kemekî
Têde rengareng
Gulên bîhnekî hebûn.
Go qeşeng;
Ew yara bengî
bê hîs û bê deng
Divê mêzekî
Wî marê li çeng
Marê korekî
Ji kemê bi ceng
Mi divê berzekî
Ev bergeha ha
Wargehê min e
Tevî mi-ji te ra
Bex; û mizgîn e
Marî ji kema
Hanê derîne
Bikuje bila
êdî nemîne
Wê gav ev sînga
Sor û spî ne
Ji cotikên memka
Ji xwe ra hilîne
Bide ber geza
Xwe pê vejîne
Serm e, zilam î
Ji pey min ve be
êdî bi temamî
Evin ne ew e
Ku d?kî beyanî
Ma bi çav û dev e
Bengî û ram î
Min ji dil da te
Ser vî meqamî
Dilperitî me.
Tu bo min qam î
Lê, çikim nezan?
Xisim û xam î

Dilo rebeno
Rebeno dilo
Bi jan û kovan
Bi xem û kulo

Me go, carekî
Biçêjin wilo
Ji evîna xweş
Evînê çilo
Anî serê me
Jinê li me şêlo
Kir bi xetere
Dîlo rebeno.
Rebeno dilo!
Naşît û nezan
Bi derd û kul!

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.