Cemşîd Ezîzxanî – Ferhadî Bêstûn im

Le ber nazî çavbazan
xurd û xewim xwênaw e
Be tîrî tîrendazan
çî bikem cergim birrawe
Bijmkujî memnûn im,
min aşiqî zebûn im
Ferhadî Bêstûn im,
bo to cergim birrawe
Ey awêney dillberî,
zarit gull zulfit zerî
Ba henasem netgirê,
rûy xot bêne bem lawe
Hatim be boney xallit,
tûşî dawî zulfit bûm
Teyrêkî nabelled bûm,
nemzanî le naw daw im.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.