Cemalê Etem & Xanima Nadir – Ozmano

De bi lo lo lo lo lo Ozmano,
De gidiyo lawo lo, lo lo bi mêvano.
Bîna yarê tê ji xortan e,
Bîna başê lo lo, tê ji xortan e.
Şivika Ozmên şivşîlan e,
Şivika mêvin şivşîlan e,
Min girêda heft têlan e,
Her têlekî lo lo, heft rengan e.
Hespê Ozmên vekişînin,
Hespê mêvin vekişînin,
Teng û bena bişidînin,
Ozmên siyar kin lo lo, neêşînin.
Hespê Ozmin bibne avê
Hespê mêvin bibne avê
Teng û benda bidne navê
Ozmin siyar kin lo lo dewsa bavê.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.