Hestên min ne azadin isev
Ez nikarim wan bigihìnim ser têlên tembûra dilê xwe
Ez li virim û dilêmin li welatê min maye
Hestên min li tixûbên welatan radiwestin
Rê dure û diwestin
Li ezmanê welatên sar dicemidin
Di helin û dîsa di cemidin
Sar dibin û germ dibin
Dikelin û sar dibin
Û diweşin bi ser sînga min de
Mina kullîyên berfê diweşin
Û dihellin
Helak diçin…..
brader
Zivistan 2006-02-03
Arnhem/hollanda