Brader – Helbestên min

Helbestên min
Di quntara çiyande melhemên devê birîna ne
Helbestên min
Di bê dengîya nevalan da şahidê bûyerane
Helbestên min
Di kolanên terî û kûrde li pey failên meçhûlin
Helbestên min
Di diwarên gundê kavil û werande veşartîne….
û li wan digerim birîndarim
û ez li peywanim evîndarim
Helbestên min
Di kildanê dayikamin de neqişandine
Helbestên min
Di awirê xuşkamin de kildayine
Helbestên min
Di henûnîya paşila dayikande şîrdayine
Helbestên min
Di nava cotê zermemikên tede veşartîne…
û li wan digerim birîndarim
û ez li peywanim evîndarim

Brader

27 sibat 2002 arnhem….

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.