Brader – Ez Şehîdekî Bênav im

Ez şehîdek bênav im
Tirba min ne xuyayî
Şevek teqîn û nalîn
Stêrka min rijîyayî

Belkî serê çîyakî
Belkî ser zinarekî
Li ser darekî kizwanê
Min navê xwe kolayî
Mirina bi mêranî
Xweştir e ji bindestayî

Ez şehîdek bênav im
Hûn warên min nizanin
Li bajarê Cizîrê li qeraxa wê avê
Heeyyy
Carna sûka Licê me ku agir dabû navê
Li bajarê Amedê binê dara çinarê
Sî û sê sipîndar im carna li Gola Wan ê
Heyyyy
Ez şehîdek bênav im
Ez im termê windayî
Ez im Çemê Qesaba
Dil û gurçik firyayî

Li bajarê Amedê agir li xwe pêçayî
Ez im Çîyayê Agirî gel namluyên çiryayî
Li bajarê Amedê agir li xwe pêçayî
Ez im berîya Mêrdînê xezala çav rijayî
Ez im Sîpanê Xelatê Xecê li ser giryayî

Ez şehîdek bênav im
Hûn warên min nizanin
Li bajarê Helebçe
Zarokê li ser desta me
Heyyyyy
Li bajarê Mehabad
Şehîdê Çarçira me
Li bajarê Amûdê
Li nav agirê sînema me
Li welatê xerîbiyê Brader im ez

Parve Bike

2 thoughts on “Brader – Ez Şehîdekî Bênav im

  1. silav û rêz, dest xweşbin hûn her hebin, her serkeftîbin. ya rast û dirust: ezim beriya mêrdînê….. li cîhê ezim derya mêrdînê. Berî= çol
    jixwe derya li mêrdînê tuneye. gellek spas.

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.