Brader – Diyarbekir

Bajarê Diyarbekir çi bajarkî mezin e
Bi sedan, hezaran însan lê disekine
Di dîroka Kurdîstan’da qinca wî pir mezin e
Paytextê kevnare îro dijmin girtine
Sê dar û dar vekirin zilmdarî li me girtine
Bajarê Diyarbekir çi bajarkî mezine mezin e

Bajarê Diyarbekir çi bajarkî giran e
Gelek car ser bixwebû îro li bin destan e
Serê gelek mêra û merxasa lê wendan e
Em bê kerekolin, mahkeme û zindanin
Li bine zindana nali nala însana
Li bine zindana nali nala însana

Bi êşin bi kulin nexweşin brindarin
Birçîne tazîne bi qerîn û bi hawarin
Bi sirin bi mudin bi xorta hêvîdarin
Azadî serfirazî ji bona wan dermanin
Wek şêrin çi jinin çi mêrin ji bona kurdan fedanin
Kurdîstan rizgarkin Brader bi qurbankin
Kurdîstan rizgarkin Brader bi qurbankin
Bajarê Diyarbekir çi bajarkî yeman e

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.