Xwezîya ez ji li Hewlêr bûma brîndar û şehîd bûma
Li ber destên hekimên me be derman û melhem bûma
Mindalekî bi al bûma li ser lêvan bi ken bûma
Li gel karwanê şehîdan l’xuşka Leyla mîvan bûma
li mamosta mîvan bûma
Xwezîya cejna xemgîn neba govend û dîlan herdem ba
Ji hemî rengan di nav deba yekîtîya Kurda heba
Xwezîya ez jî li Hewlêr bûma li cejna xemgîn mêvan bûma
Şal û şapik li bejnê bûma di nav gel de beşdar bûma
pêşmergekî bi çek bûma
Di nav gel de beşdar bûma kalek bûma bapîr bûma
Li roja cejna xemgîn de xortek bûma ciwan bûma
dest li destê yarê bûma
Xwezîya cejna xemgîn neba govend û dîlan herdem ba
Ji hemî rengan di nav deba yekîtîya Kurda heba
Xwezîya ez jî li Hewlêr bûma bi namekî mîvan bûma
Dest li destê dostan bûma çav li çavê yarê bûma
Li dilê yarê mîvan bûma
Li paytextê welatê xwe Brader û hozan bûma
Li ber dilana cejna xemgîn di nav gel da beşdar bûma
Bi awaz û tembûr bûma
Xwezîya cejna xemgîn neba govend û dîlan herdem ba
Ji hemî rengan di nav deba yekîtîya Kurda heba
Gotin û muzik: Brader Musikî
Sibat/2004/arnhem