Bilind Îbrahîm – Rû Xunav

Te ez hêlam ey rûyî xunav
Ew baxê min ma bê hetav
Çavên te bûn stêra şevê
Min tu diviyay bêhin gulav
Te ez hêlam ey rûyî xunav
Ew baxê min ma bê hetav

Te li min girtin rêk û derav
Rondik hatin pir xwîn û av
Bendikê min û te jî qetiya
Me li gel êk (yek) ma bi tenê silav
Te ez hêlam ey rûyî xunav
Ew baxê min ma bê hetav

Baş bizane gula şêrîn
Ew çend sal bûn dilê xemgîn
Ez hêvî bûm, tu derman bikey
Cergî min jî te kir birîn
Te ez hêlam ey rûyî xunav
Ew baxê min ma bê hetav

Rondikên dilî hatin xir xwîn
Ji nazikgula naziktirîn
Dema xatir te ji min xwestî,
li min tehl bû jiyan û vîn
Te ez hêlam ey rûyî xunav
Ew baxê min ma bê hetav

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.