Bêmalê Keko – Navê Lenîn

Ji Ûrisêtê rabû
Cim’etê me hev ra şa bûn,
Cim’etê me tev ra şa bûn,
Em ji destê zulimkara xelas rabûn.
Eva dewrana xweş dewran e,
Ev bûka me ba û baran e,
Cim’etê me hev ra şa ne.
Navê Lênîn navekî mezin e,
Azayî da dinyayê mêr e jin e,
Wekê dinya sal bi sal bixemile.
Em ji vê dewrê zaf razî ne,
Em ji wê dewranê zaf razî ne,
Cim’etê me temam xwendî ne,
Nav mera her tim kêf û şahî ne.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.