Ka wî bi melheba, lo wî melheba,
Ha li min kurk e lo, wî li te eba.
Wez te ra nabêm melheba.
Wî bi melheba şimiksorê.
Şimika bêxe kerem ke jorê,
Min heyrana lo te porsorê.
Wî bi melheba lo şimikspiyê,
Şimka bêxe lo bînim piyê,
Min heyrana lo te cindiyê.
Wî bi melheba lo şimikreşê,
Şimka bêxe lo kerem ke hewşê,
Min heyrana lo te çavreşê.