Bêmalê Keko – Delan e

Delan e xweş Delan e, xweş Delan e,
Şerekê me qewimiye.
Delana wêran şerê qilinc û kalkana ne,
Tê reqîniyê darê dar riman e,
Tê şingîniyê şûran û mertalan e,
Tê norînê manekane, tê qîrîniyê jinebiyan e,
Xwînê avîtîye zengûyê manekane
Êvarda dikişe xwîna lo van mêran e,
Weylo syaro, weylo syaro, weylolo lo birîndaro.
Weylo syaro şerekê me qewimiye,
Delana wêran berî bendê, şerekê qewimiye Delana wêran berî bendê
Şûr mertalê Bavê Zadê giran e daketine ser qolanê zendê,
Şade şûdê Bavê Zadê gelek hene, şerekî xweş kiriye,
Delana wêran syaro, qurbano tu li reqasa ber govendê,
Weylo syaro, weylo siyaro, weylo siyaro,
Serê me bi gorî, canê me lo heyrano.
Weylo siyaro ezê Delanê dinêrim wê gezgezke, syaro qurban ezê Delanê
dinêrim wê gezgezke e,
Miço kire gazî go: Şarê dayîka min kiribî, de tu rabe çarsaliyê birankê xwe
mehes ke,
De tu rabe çarsaliyê birankê xwe mehes ke, şadê şûdê birangê te li meydanê
gelek hene,
Wê li nava meydanê jêkiriye serê heftê du zabitê lo ser bi kesk e,
Weylo şaro, weylo şaro, weylo şaro, lo lo birîndaro,
Delanê dinêrim devî rê ye,
Delanê way dinêrim devî rê ye,
Miço ji eyfedînê rakin ji pê ye, pişta wî bidin li darê ye,
Binê desta dara dar rimê ye, bavêne zendê mertalê ye,
Belkî eskerê nîzamê jê bikişîne sawê ji xofê ye,
Êsîrê Kurdistanê derbas bibe ji Wanê ye,
Weylo şaro, weylo şaro, weylo şaro, lo lo birîndaro,

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.