Belga Qado – Kûra Çayê

Erê Kûra Çayê wê Topê Qersê we,
Wey malîno, Kûra Çayê wê Topê Qersê wê
De bira Xwedê xirav bike dewata kurrê Elê Besê wê eman şarê.
Wey malîno şara serê me girtine dane, wey, ber meqesê, bi wê,
Ê eman şara way mi bavêjin eman şarê.
Lo gundîno, hûn deng nakin,
Wey malîno, hûn deng nakin,
Şara serê min mehrûma Xwedê birine, bawer nakin wî eman şarê.
Kûra Çayê wê ber zinara,
Wey malîno, Kûra Çayê wê ber zinara,
Şara serê min mehrûma Xwedê, ketiye destê wê van neyara way, wey eman şarê.
Eman şara min bavêjin,
Wey malîno, şara serê min bavêjin,
Ergî şara serê min navêjin ezê kerbê şarê wê ker û gêjim, wê eman şarê.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.