Belga Qado – Her Bêrîyê

Ser bêriyê bûye mêj e,
Her bêrî, bêrîvanê,
Şêrê wê sor bû mêrkuj e,
Her bêrî, bêrîvanê.
Berê wê bêriyê hevraz e,
Her bêrî, bêrîvanê.
Mexelê pezî di maz e,
Her bêrî, bêrîvanê.
Berê wê bêriyê berjêr e,
Her bêrî, bêrîvanê.
Mexelê pezî di nêr e,
Her bêrî, bêrîvanê.
Berê wê bêriyê berwar e,
Her bêrî, bêrîvanê.
Mexelê pezî di jar e,
Her bêrî, bêrîvanê.

Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.