Ê di xew de te şiyar kir
Ê nezan te zanyar kir
Te ji bo çandê kar kir
Te lal bi ziman zar kir
Mamoste tu zanyar î
Ronahiya warê tarî
xxxxx xxxxx xxxxx
Bû penûsa niviskarî
Bû ramanê zanyarî
Herdem tu alîkar î
Doza Kurd kir diyorî
— Dîsgotin –
xxxxx xxxxx xxxxx
Ji yên weke te mezin
Spasdar in mêr û jin
Bawer im rêzanê min
Kurd tev pesnê te didin
— Dîsgotin –
Gotin: BAWER CAN
Muzîk: BAWER CAN