Bawer Can – Mêvanê Dilê Te

Bûm mêvanê dilê te, te derî venekir
Çavên min tije xwîn bûn, te lê mêze nekir

Keçê halê min nema, dînê halê min nema
Bû zindan Erd û Sema
Haho min çikiri bû, te ez xistim xema
Dînê min çikiri bû, te ez xistim xema

Ezê bimirim, min nedît, wê sînga gewr û boz
Min çi kir ew dil nebû, ji min re hêlîn û koz

Keçê halê min nema, dînê halê min nema
Bû zindan Erd û Sema
Haho min çikiri bû, te ez xistim xema
Dînê min çikiri bû, te ez xistim xema

Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.