Baran Serhat – Rojava Welatê Me ye

Rojava welatê me ye
Rêya wî jî rêya me ye
Rojava welatê me ye
Şoreşa wî ya me ye

Ka dest bidin hevalno
Wa azadî l’ber me ye
Ka dest bidin hevalno
Wa azadî l’ber me ye

Serkan çû Serêkanî
Li wir kete dîlanê
Mazlûm çû Serêkanî
Li wir kete dîlanê

Ala şoreş bilind kir
Dengê xwe da cîhanê
Ala partî bilind kir
Peywira xwe cîh anî

Rojava gazî me dike
Jiyana nû ava dike

Rabin ser pê hevalno
Dijmina reş êrîş dike

Serkan çû Serêkanî…
Ala şoreş bilind kir…

Ala Serkan destê me ye
Doza wî jî doza me ye

Ka soz bidin hevalno
Tolhildan rûmeta me ye
Ka soz bidin hevalno
Azadî rûmeta me ye

Serkan çû Serêkanî…
Ala şoreş bilind kir…

Gotin û Muzîk: Baran Serhat

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.