Bajar – Serhildan Jiyan e

Serhildan li serê çiyan
Berxwedan li nava zindan
Dengê xortan xweş tê min
Hele dengê keçên dilovan

Serhildan berxwedan
Serhildan jiyan e hey hey
Berxwedan jiyan e

Rawestan ne karê me ye
Pêşveçûn armanca me ye
Kurdistan li hêviya me ye
Çavên wê li rêça me ye

(Dîsgotin)

Dengê karker ji karistan tê
Yê xwendevan ji dibistan tê
Dengê pêşmerge ji qadê tê
Dengê şehîd ji goristan tê

(Dîsgotin)

Te jê hez kir? Tu dikarî li ser Patreonê piştgirîyê bidî Stranên Kurdî!
Parve Bike

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.