Hat xweş bihar çûm nav gula
Fixan ket dengê bilbila
Li nav geriyam yar min nedît
Çi bikim ji rengê sorgula
Daket ji jor bilbil min dît
Min got te yara min ne dît
Ew bilbilê wek min hêjar
Sond xwar û got min yar nedît
Yara te dît got min li vir
Keftar bi gur ra hat û bir
Rovî û torik ji tevir
Ez pê nizanim çûne kûr
Dused bihar dil şa nebe
Sêsed hezar reng tê de be
Min bê bihar çi bikim bihuşt
Ku Kurdistana min navde nebe
HAT XWEŞ BIHAR
Gotin û Mûzîk : Bêbuhar
ez dxazim strana șehîd bêrîtan ji minra bișînin ez gelek lě gerîm lê min nedît
Ev Sitran Peyv û awaz ya Helbestvanê nemir ( Bêbuhar )ez bi hêvîme wisa li bin were nîvîsandin.
hat sererastkirin. spas